Li Dîlokê otomobîlê li holika ewlehiyê da: Miriyek, 3 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şevê din otomobîlekê li holika (kulûbe/kosik) ewlehiyê da.

12 Îlon 2023 - 05:24
12 Îlon 2023 - 05:24
 0
Li Dîlokê otomobîlê li holika ewlehiyê da: Miriyek, 3 birîndar

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şevê din otomobîlekê li holika (kulûbe/kosik) ewlehiyê da.

Di encam de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser otobana Dîlok-Rihayê otomobîla bi şofêrtiya Kadir P. ji rêyê derket û li holika ewlehiyê ya li kêleka rêyê da.

Di bûyerê de karmendê ewlehiyê Suleyman Ozkalali yê di holikê de mir û 3 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Dîlokê.

Tîman, termê Suleyman Ozkalali jî vehuhast Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Ev nûçe bi tevahî 1048 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:23