Li Diyarbekirê 3 tax li biyaniyan hatin qedexekirin

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 3 taxên Diyarbekirê li niştecîbûna penaber û biyaniyan hatin qedexekirin.

5 Tîrmeh 2022 - 03:26
5 Tîrmeh 2022 - 03:26
 0
Li Diyarbekirê 3 tax li biyaniyan hatin qedexekirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, li Tirkiyê ji 1ê Tîrmehê ve, 781 taxên din li niştecîhbûna biyanî û penaberan hatin qedexekirin û bi vê biryarê jî hêjmara taxên ku ji bo bicîhbûna biyaniyan hatine qedexekirin, gihiştin 1169 taxan.

Li Diyarbekirê jî taxên Karacik û Karapinar yên ser bi navçeya Bismilê ve û taxa Çobantepe ya ser bi Farqînê ve ji bo bicîhbûna biyanî û penaberan hatine qedexekirin

Li Tirkiyê biryarnameyek hatiye derxistin ku nabe hêjmara penaber û kesên biyanî ji %25ê welatiyên Tirkiyê derbas bike û bi vê mebestê jî tax û deverên ku gihiştibin wê hêjmarê, ji niştecîhbûna biyaniyan re tên qedexekirin.

Ev nûçe bi tevahî 657 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:21:10