Brîtanya hewl dide Zanîngeha Londonê li Hewlêrê veke
Konsulê Brîtanyayê pêşniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir, ku ji aliyê veberhênerekî Kurdistanê ve hatiye xwestin li Hewlêrê were vekirin.

Konsulê Brîtanyayê pêşniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir, ku ji aliyê veberhênerekî Kurdistanê ve hatiye xwestin li Hewlêrê were vekirin û tekez jî kiriye ku ew zanîngeh dê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.
Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, duh Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt serdana desteyê kir û pêşniyara vekirina wê zanîngehê bo Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî kir û tekez kir ku ew zanîngeh dê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.
Di hevdîtinê de Serokê Desteya Veberhênanê tekezî li girîngî û pêwîstiya wan pêngavên Konsulê Brîtanya û aliyê cîbicîkar kiriye, bi taybetî veberhênana li sektora perwerde û xwendinê. Herwiha destnîşan kir ku ew ê ji bo terxankirina zevî û dayîna destûrê û xebatên serxistina projeyê, hemû hewldanên xwe bikin.
Mihemed Şukrî diyar kir, bi giştî zanîngehên Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne û armanca wan ew e ku bi rêya veberhênanê girîngiya zêdetir bidin vê sektorê.
Zanîngeha Londonê di sala 1830yî de hatiye damezrandin û yek ji 10 zanîngehên herî mezin û baş ên Brîtanyayê ye.
Nûvekirina herî dawî: 05:06:02