Li Diyarbekirê gumana çenteyê teqemeniyê: Penaberekî Somalî hat desteserkirin

Kesekî welatiyê Somaliyê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin

22 Tîrmeh 2022 - 07:30
22 Tîrmeh 2022 - 07:30
 0
Li Diyarbekirê gumana çenteyê teqemeniyê: Penaberekî Somalî hat desteserkirin

Li navenda Diyarbekirê penaberekî gênc bi navê Muhammed Elî yê ji welatê Somaliyê, bi çenteyê xwe li ser nava rê dimeşiya. Gênc ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Peyamnêrê K24ê Hesen Kako ji Diyarbekirê ragihand, penaberekî gênc bi navê Muhammed Elî yê ji welatê Somaliyê, bi çenteyê xwe li ser rê dimeşiya û ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Herwiha eşkere kir, tîmên pûçkirina teqemeniyan hatin cihê bûyerê û çente ji aliyê tîmê ve hat teqandin û di nav çente de cilûbergên penaberê Somalî derketin.

Ev nûçe bi tevahî 815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:43:15