Li Dêrsim'ê pevçûn
Li bajarê Dêrsim'ê di navbera leşker û gerîllayên PKK'ê de pevçûn derket. Pevçûnê de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndarbûn.

Şeva borî li gundê Çîçeklî yê Dêrsimê, di navbera hêzên PKKê û Tirkiyê de şer derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm efserek hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.
Piştî wî şerî, artêşa Tirkiyê gundê Çîçeklî da ber topên giran û heta niha jî topbaran û operasyon li wê deverê didome.
Nûvekirina herî dawî: 23:08:13