Li Efrînê hilbijartin tê lidarxistin

Cîgirê serokê meclîsa herêmî ku bi piştgiriya hikûmeta Tirkiyeyê li Efrînê hat avakirin Abdo Nabhan ragihand ku konseya herêmî ya niha bihurbar e, dibe di nav 6 mehan de hilbijartin pêk were.

26 Avrêl 2018 - 07:26
26 Avrêl 2018 - 07:26
 0
Li Efrînê hilbijartin tê lidarxistin

Cîgirê serokê meclîsa herêmî ku piştgiriya Tirkiyeyê li Efrînê hat avakirin Abdo Nabhan qala planên di derbarê bajêr de tên kirin, kir û diyar kir ku dibe di nav 6 mehan de li bajêr hilbijartin pêk were.

Nabhan ji sîteya El Monîtorê re axivî û got: "Konseya herêmî ihurbar e û ji bo îstîqrar û ji nû ve avakirina bajêr dikare heta 6 mehan li ser kar bimîne. Piştî vê heyama bihurbar, ji bo endamên konseya herêmî yên mayînde hilbijartineke berfireh pêk bînin."

Nabhan bi bîr xist ku piraniya bajarê Efrînê kurd in û krîterên namzediya konseya herêmî jî divê li Efrînê jidayîkbûyî û li wir bîjî ye.

Ev nûçe bi tevahî 1165 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:04