Li Efrînê mamostayekî Kurd hat girtin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, mamostayekî Kurd ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve hat girtin, lê sedema girtina wî hêj nehatiye zanîn.

19 Berfanbar 2022 - 09:48
19 Berfanbar 2022 - 09:48
 0
Li Efrînê mamostayekî Kurd hat girtin

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê de ye, mamostayekî Kurd ji aliyê hêzeke ser bi Îstixbaratê Tirkiyê (MIT) ve hatiye girtin.

SOHR dibêje, hêj nehatiye zanîn ka ew mamostayê Kurd bi çi sedemê hatiye girtin.

Li gor heman çavkaniyê, li gundê Meydan Ikbisê yê navçeya Raco ya Efrînê jî hêzeke ser bi Îstixbaratê Tirkiyê ve welatiyek girtine, lê heta niha nayê zanîn ku ew kes bi çi tohmetekê hatiye girtin.

Dawiya Mijdara borî jî, çekdarên grûpa el-Hemzat du welatî li navçeya Biliblê ya Efrînê girtibûn. Roja 9ê Kanûnê jî, çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye welatiyek azad kiribûn piştî ku 200 dolar wek fidye dabû wan.

Ev nûçe bi tevahî 810 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:57:54