Li Dîlokê qeza: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Şehitkamil a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve wesayîteke veguhestina karkeran li barhilgireke rawestiyayî da û di encam de 2 kesên ku di bin barhilgirê de man canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

19 Berfanbar 2022 - 09:50
19 Berfanbar 2022 - 09:50
 0
Li Dîlokê qeza: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li gor agahiyên hatine belavkirin, îro Duşemê 19ê Kanûna 2022an li navçeya Şehitkamil a ser bi parêzgeha Dîlokê ve wesayîta veguhestina karkeran ji aliyê berevajî hatiye û li barhilgireke rawestiyayî daye, di encam de barhilgir ber bi karkerên ku di sektora ragihandinê de kar dikirin şemitiye û karker di bin de mane.

Di bûyerê de karkerekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 4 kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Lê tevî hemû hewldanan, karkerekî din li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye. Bi giştî 2 karkeran canê xwe ji dest dane û dermankirina 3 karkerên birîndar jî berdewam e û li gor zanyariyan rewşa wan baş e.

Ev nûçe bi tevahî 476 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:17:09