Li Efrînê şerê li ser talanê!

Li Efrîn di navbera du komên Artêşa Azad de şer derket.

26 Adar 2018 - 05:41
26 Adar 2018 - 05:41
 0
Li Efrînê şerê li ser talanê!

Hat ragihandin ku li Efrînê du birrên Artêşa Azad yên ku Tirkiye wan piştgirî dike ji ber talankirinê bi hev ketine.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê, di navbera Ahrar el Şeqiyye û Tuxayên Murat de ji ber talanê şer derket û di encamê de ji her du aliyan 7 kes hatin kuştin. 130 kes jî hatin binçavkirin. Her du aliyan ji ber talankirin hevdu sucdar kirin.

Efrîn

Ev nûçe bi tevahî 1440 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:38:55