Li Êlihê 2 paraşutvanan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Kercosê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 2 wezişvanên paraşutê dema hewil didan dakevin hevsengiya xwe wendakirin, ketin xwarê û canê xwe ji dest dan.

3 Îlon 2022 - 10:53
3 Îlon 2022 - 10:53
 0
Li Êlihê 2 paraşutvanan canê xwe ji dest dan

Li gor zanyariyan îro 3ê îlona 2022ê li navçeya Kercosê ya Êlihê werzişvanên paraşutê yên bi navên A. O û E.Ç bi paraşutên xwe firiyan, lê piştî demekê dema hewil didan dakevin hevsengiya xwe ji dest dan û ketin ser rêya çûn û hatina otomobîlan.

Di bûyerê de herdû werzişvanên paraşutê bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û kesên navborî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê, lê tevî hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê herdu welatiyan canê xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 725 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:37:39