Li Enqereyê erdhej çêbû
Li navçeya Kalecîkê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kalecîkê ya Enqereyê erdhej çêbûye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:24an çêbûye û hêza wê 4,1 pile ye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11,08 kîlometre ye.
Li aliyê din, derbarê hebûn an nebûna zererên erdhejê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:07