Netanyahu gef li Qeterê xwar: Em dê dîsa lêxin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu gefeke eşkere li Qeterê xwar û got ku eger rayedarên Hemasê dersînor neke ew dê dîsa êrişî wî welatî bikin.

Benjamîn Netanyahu di peyameke vîdyoyî de ku li ser hesabê fermî yê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê yê Xyê hat weşandin, gef li rêveberiya Dohayê xwar.
Netanyahû got, “Yan hûn dê wan dersînor bikin yan jî hûn dê wan radestî edaletê bikin. Ji ber ku eger hûn nekin, em dê bikin.”
Netanyahu da zanîn ku bangewaziya wî ji bo hemû welatên ku rayedarên Hemasê li cem xwe dihewînin.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha operasyona 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê bi êrişên 11ê Îlonê yên li dijî Amerîkayê re danî ber hev.
Serokê Îsraîlê bi vî awayî hewl da ku êrişa xwe ya li ser axa Qeterê rewa nîşan bide.
Netanyahu bersiv da bertekên civaka navneteweyî û got, "Niha, welatên cuda yên cîhanê Îsraîlê şermezar dikin. Divê şerm bikin."
Êrişa esmanî ya li Dohayê
Hêzên Esmanî yên Îsraîlê li Dohaya paytexta Qeterê êrişî avahiya ku şandeya dan û standinan a Hemasê lê bû kiribû.
Ev êriş li seranserê cîhanê hatibû şermezarkirin.
Li gorî daxuyaniya Hemasê, di êrişê de rêveberên payebilind ên rêxistinê sax filitîn lê kurê Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xelîl Heyeyî jî di nav de 4 endamên Hemasê û polîsekî Qeterî hatibûn kuştin.
Ev êriş wekî yekem çalakiya leşkerî ya rasterast a Îsraîlê ya li dijî Qeterê ku di dan û standinên nerasterast ên bi Hemasê re navbeynkariyê dike, derbasî qeydan bû.
Nûvekirina herî dawî: 14:57:24