Li Erzeromê bûyera trafîkê: 10 birîndar

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa fermanberên leşkerî û mînîbusa mamosteyan li hev dan û di encamê de 10 birîndar bûn.

5 Cotmeh 2022 - 04:50
5 Cotmeh 2022 - 04:50
 0
Li Erzeromê bûyera trafîkê: 10 birîndar

Roja 4ê Îlonê, li parêzgeha Erzeromê li ser rêya Erzerom-Qersê mînîbusa ku fermanberên leşkerî vediguhest û mînîbusa mamosteyên dibistanekê vedigihustin li hev dan. Di encama bûyerê de 6 leşker û 4 mamoste birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin veguhestin. 10 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran bi giştî baş e.

Ev nûçe bi tevahî 917 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:12:42