Li Xurmatû şer di navbera du malbatan de pêkhat

Duh 04.10.2022yê li qezaya Xurmatû şer di navbera du malbatan de pêkhat û qurbanî hene û hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê.

5 Cotmeh 2022 - 04:35
5 Cotmeh 2022 - 04:35
 0
Li Xurmatû şer di navbera du malbatan de pêkhat

Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li taxa Tîn a qeza Xurmatû şer di navbera du jinan de pêkhat û naha hêzên polîs geheştine cîhê bûyerê ku lêkolînê derbarê bûyerê de bikin.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê şerê di navbera du jinan de vegeriya şerê navbera kesûkarên wan herdu jinan û birîndar ji herdu malbatan heye û naha hêzên ewlehiyê geheştine cîhê bûyerê û çend kes jî hatine girtin.

Ev nûçe bi tevahî 595 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:09:54