Li Erziromê du grûp pev çûn: 3 kes birîndar bûn
Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê du grûp pev çûn di encam de 3 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yunus Emreyê ya Erziromê derengê şeva borî ji ber pirsgirêka deynan du grûpan bi kêr û daran li hev da.
Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û zerar gihişt otomobîlekê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.
Nûvekirina herî dawî: 00:38:05