Li Erziromê qeza: 3 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Îdê ya Erziromê otomobîlek qulibî. 3 kesên tê de mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

29 Avrêl 2024 - 06:53
29 Avrêl 2024 - 06:53
 0
Li Erziromê qeza: 3 mirî, 2 birîndar

Li gorî agahiyan, otomobîla ku Yusuf Koç (65) diajot li ser rêya Îd û Tortimê ji kontolê derket û teqle da.

Piştî ku yên li derdorê xeber da polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Guven Kulekçî (56) û Veysel Koç (65) li cihê qezayê mirine.

Dema ku ku tîmên tenduristiyê ajokar Yusuf Koç vediguhast nexweşxaneyê wî jî di rê de canê xwe ji dest da.

E.K. (47) û B.K. (49) li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê tên dermankirin û birînên wan xedar in.

Ev nûçe bi tevahî 717 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:30:46