Li Geverê qezaya trafîkê: 2 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de mînîbuseke rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

18 Hezîran 2026 - 11:02
18 Hezîran 2026 - 11:02
 0
Li Geverê qezaya trafîkê: 2 mirî, 3 birîndar

Li gorî agahiyan, qeza serê sibehê li ser rêya derdora Geverê li xaçerêyekê çêbûye.

Mînîbusa rêwiyan a şirketa Van Goluyê û kamyonek li hev qelibîn.

Nasnameyên şofêrên her du wesayîtan hîn nehatine diyarkirin.

Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Du kesan li cihê qezayê mirin

Di qezayê de 2 kesên ku di mînîbusê de bûn li cihê bûyerê mirin.

Tîmên tendurustiyê 3 kesên birîndar jî piştî midaxeleya ewil bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat zanîn ku şofêrê kamyonê di nav wesayîtê de asê maye.

Tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Geverê ew şofêr ji cihê wî derxist û ew veguhast nexweşxaneyê.

Polîsan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Hat û çûna li ser rêyê demekê bi kontrol hat kirin.

Li ser sedema qezayê dest bi lêkolîn û lêpirsîn hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:56:27