Li gundewarê Çewligê agir bi daristanan ket

Li navçeyên Çewligê yên wek Dara Hînê û Gêxî şewata daristanan derketiye û hêzên vemirandinê xebatên xwe didomînin.

29 Hezîran 2024 - 06:59
29 Hezîran 2024 - 06:59
 0
Li gundewarê Çewligê agir bi daristanan ket

Hat ragihandin, li gundên wek Doşekkaya û Darkopru ku girêdayî Dara Hînê û Gêxiya Çewligê ne agir bi daristanan ketiye.

Li gorî agahiyên ji aliyê Gerînendehiya Daristanan ve hatiye parvekirin, xebata vemirandina şewatê berdewam e û leşker, welatî û xebatkarên daristanê jî tevlî xebatên vemirandina şewatê dibin.

 

Ev nûçe bi tevahî 423 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:23:29