Li Gurgumê karkerek kete patosê

Li navçeya 12 Şûbatê a bajarê Gurgumê yê Bakurê Kurdistanê, karkerek kete nav patosê û canê xwe ji dest da.

15 Tebax 2022 - 11:19
15 Tebax 2022 - 11:19
 0
Li Gurgumê karkerek kete patosê

Li gorî zanyariyan, paleyê bi navê Mehmet Solak ê 50 salî, dema ku giya davête patosê ji bo ku bike ka, kete nava diranên makîneyê û canê xwe ji dest da.

Tîmên tendirustiyê diçin nava zevî û termê wî paleyî ji nava makîneyê derdixin û dibin nexweşxaneya zanîngeha Sutçu Imam a Gurgumê.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:24:14