Li Hatayê erd hejiya

Li navçeya Yayladagiyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.

10 Çile 2025 - 07:40
10 Çile 2025 - 07:40
 0
Li Hatayê erd hejiya

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand erdhej demjimêr 07:08an çêbûye.

AFADê daxuyand ku mezinahiya erdhejê 4,0 û kûrahiya wê 13,3 kîlometre bûye.

Heta niha agahiya ti xisarên canî yan madî nehatiye lê erdhej di nav xelkê de bû sedema tirsê.

Ev nûçe bi tevahî 1179 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:07:55