Li Helebceyê erdhej çê bû; Tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê hejan
Li parêzgeha Helebceyê ya Herêma Kurdistanê bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbû û li Silêmaniyê, Hewlêr, Kerkûk Xurmal û Pênciwên jî hest pê hat kirin.

Li gorî agahiyên li ser malpera Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdheja 6 kîlometre li bakurê rojhilatê Helebceyê bi bi pileya 5,1 ku saet di 21.32an de pêk hat kûrahiya 10 kîlometre bûye.
Berdevkê Ajansa Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê Amîr Cabrî ragihand, erdheja ku li ser sînorê Iraq û Îranê çêbûye, li tevahiya bajarên Herêma Kurdistanê hatiye hîskirin.
Hat zanîn ku welatiyên li deverê ji tirsa ji malên xwe derketine derve.
Amîr Cabrî herwiha got ku “Em hê jî nizanin xisar çi ye, lê navenda erdhejê li Îran bû.”
Desteya Meteorolojî û Sîsmolojiyê ya Iraqê ragihand ku erdheja 22 kîlometreyan li bakur-rojhilatê Helebceyê çêbûye.
Nûvekirina herî dawî: 23:13:54