Li Hewlêr û Silêmaniyê bo Efrînê xwepêşandan

Îro berî nîvro li bajarê Silêmaniyê hejmareke mezin a Kurdistaniyan li hev kombûn û xwepêşandanek li dijî êrîşên dewleta tirk yên bi ser kantona Efrînê û piştevaniya bo berxwedana Efrînê û gelê kurd ê Rojava lidar xist.

29 Çile 2018 - 11:01
29 Çile 2018 - 11:01
 0
Li Hewlêr û Silêmaniyê bo Efrînê xwepêşandan

Xwepêşanderan diruşmên wekî 'mirin û sersorî bo êrîşkarên turk' 'serketin û serbilindî bo gelê Efrînê û şervanên kurd berevanîkarên xaka xwe' qêriyan û herwisa çendîn daxuyanî ji aliyê rêkxerê xwepêşandanê hatin xwendin. Di daxuyaniyan de êrişên dewleta tirk bo ser kantona Efrînê hatin şermezar û protesto kirn û piştgîrî ji bo gelê kurdê rojava û şervanên Efrînê hat nîşandan.

Di vê barêde Mehmud Mihemed endamê Serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê ji bo Sputnîk Kurdistan ragihand ku partiya me û bihevre ligel hin rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên kurd biryar wergirt ku îro xwepêşandaneke cemawerî ya berfireh bo pêşiya baregahê Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê rêk bixin.

Herweha Mihemed da zanîn ku: "Emê peyamekê bidîn destê nuneratiya Neteweyên Yekbûyî ya li herêmê û em dê jê bixwazîn ku fişare li ser dewleta Tirkiye bikin ku êrîşên xwe li ser kantona Efrînê rabigre. Herwiha em bang li tevaya cîhanê dikîn ku vê sitem û zoradariya li ser gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê rawestîne."

Mehmud Mihemed ew yek jî got:"Niha wekî partiya me mil bi milê şervanên YPG ê û HSDê li Efrînê berevaniyê dikîn û em Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê di sengerê berxwedan û parastina gelê xwe dane li kantona Efrînê.

Ev nûçe bi tevahî 908 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:11:42