Li Hewlêrê milyonek darên berrû tên çandin
Berpirsekî şaredariya Hewlêrê ragehand, wan pilan kirine di nav çend salên bê de milyonek dar li Hewlêrê biçînin.

Berpirsê park û keskatiya Hewlêrê, Rêbîn Ehmed ji BasNewsê re got, bo paratina jîngehê û kêmkirina bandorên guherîna rewşa hewayê me dest bi çandina daran kiriye.
Rêbîn Ehmed her wiha got, me ji par ve dest bi çandina darên berrû kiriye. Me par di nav 10 rojan de zêdetirî 60 hezar dar û dendikên berrû çandine. Beşek mezin ji wan şîn û geş bûne.Wî berpirsî da zanîn, di pilana wan de heye heta sala 2025 milyonek darên berrû li Hewlêrê bên çandin.
Nûvekirina herî dawî: 19:51:59