Li Îranê bi dronan êriş: 2 kuştî

Li eyaleta Sistan û Balûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê du kes bi dronan hatin kuştin.

26 Avrêl 2024 - 06:01
26 Avrêl 2024 - 06:01
 0
Li Îranê bi dronan êriş: 2 kuştî

Ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ragihand ku ev êriş li herêma Şuruyê ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê ve hatiye encamdan.

IRNAyê ew kes wekî “terorîst”an bi nav kirin lê negot bê endamên kîjan rêxistinê ne.

Ceyşul Edl rêxistineke Belûçiyan e û carinan li eyaleta Sistan û Balûçistanê li beramberî hêzên ewlehiyên yên Îranê çalakiyan li dar dixe.

4ê Nîsanê jî li bajarê Raskê yê eyaleta Sîstan û Belûçistanê êrişî du baregehên leşkerî hatibû kirin.

Ev nûçe bi tevahî 885 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:18:02