Li Amedê êriş: Kesek birîndar bû

Li navçeya Sûrê ya Amedê kesek di encama êrişeke bi çekê de birîndar bû.

25 Avrêl 2024 - 13:13
25 Avrêl 2024 - 13:13
 0
Li Amedê êriş: Kesek birîndar bû

Li Kolana Înonuyê ya Sûrê, kesekî yan hinek kesan bi çekê êrişî zilamê bi navê Ş.T. kir.

Ş.T. birîndar bû û êrişkar ji cihê bûyerê reviya/reviyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ş.T. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

Li ser bûyerê û ji bo desteserkirina êrişkar/êrişkaran jî dest bi xebatê hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 588 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:30:17