Li Îranê erdhej rûda

Li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê bi hêza 5.6 pile erdhej qewimî.

25 Hezîran 2022 - 03:39
25 Hezîran 2022 - 03:39
 0
Li Îranê erdhej rûda

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, navenda erdhejê navçeya Bender Çarek a li parêzgeha Hurmuzgan bûye û erdhej di demjimêr 08:07an de bi hêza 5.6 pile rûdaye.

Herwiha hat eşkerekirin ku erdhej 22 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Li ser ziyanên canî û maddî, ji aliyê rayedarên Îranê ve hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 770 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:05