Li Sineyê kesên gumana Kolerayê li ser wan heye zêde dibe

Zanîngeha Pizîşkî ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, hejmara wan kesên li Merîwanê gumana pêketina Kolerayê bi wan re heye bûne 12 kes.

25 Hezîran 2022 - 03:43
25 Hezîran 2022 - 03:43
 0
Li Sineyê kesên gumana Kolerayê li ser wan heye zêde dibe

Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Sineyê Ferzam Bîdarpûr diyar kir, ji roja Pêncşemê ve 6 kesên din serdana Nexweşxaneya Merîwanê kirine ku nîşanên nexweşiya Kolerayê bi wan re hene û hejmara kesên ku li wî bajarî gumana nexweşiya Kolerayê li ser wan heye gihîştiye 12 kesan.

Her wiha 4 kesên din jî li bajarên Sine, Seqiz, Bane û Kameran a Rojhilatê Kurdistanê gumana nexweşiya Kolerayê li ser wan heye.

Cîgirê Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Sineyê dibêje, heta niha encama pişkinîna wan kesan venegeriyaye.

Ji ber nebûna taqîgeheke taybet a Kolerayê li Sineyê, pişkinîn bo Tehranê tên şandin.

Ev nûçe bi tevahî 661 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:33:55