Li Îranê polîsek hat kuştin

Li eyaleta Sîstan-Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di êrişeke bi çekan de polîsek mir.

1 Tîrmeh 2026 - 11:05
1 Tîrmeh 2026 - 11:05
 0
Li Îranê polîsek hat kuştin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîv-fermî ya Îranê, polîsek dema ku ji mala xwe diçû ser karê xwe rastî êrişa komeke çekdar hatiye.

Hat angaştkirin ku pêwendiya wê koma çekdar "bi Amerîka û Îsraîlê re heye."

Doh li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî 2 endamên Pasdaran hatibûn kuştin.

Her wiha li bajarê Seravanê yê eyaleta Sîstan-Belûçistanê jî 2 kes hatibûn kuştin.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:33