Li Îzmîrê êrişî qereqolê hat kirin, kuştî hene
Li navçeya Balçovayê ya Îzmîrê bi çekan êrişî Qereqola Polîsan a Salîh Îşgorenê hat kirin.

Li gorî nûçeya NTVyê, di êrişê de 2 polîs hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.
Hat ragihandin ku rewşa polîsê birîndar giran e.
Êrişkar 16 salî ye
Hat destnîşankirin ku êrişkarê ku bi tivinga pompeyî êriş pêk aniye 16 salî ye.
Polîsan êrişkar desteser kir û li herêmê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin standin.
Nûvekirina herî dawî: 16:27:06