Li Kelarê otomobîlek hat bombebarankirin
Li bakurê navçeya Kelarê ya ser bi Germiyanê otomobîlek hat bombebarankirin û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan. Dije Terora Kurdistanê ragihand, droneke artêşa Tirkiyê, otomobîleke çekdarên PKKê kiriye armanc.
Li gorî daxûyanîya ku Dije Terora Kurdistanê belavkiriye û li gor zanyariyan, otomobîleke ji cûreya jeep li nêzîkî sayloya Kelarê ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di encama bombebaranê de çar kesên di nava otomobîlê de canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, kesên hatine armanckirin, çekdarên PKKê ne.
Nûvekirina herî dawî: 14:20:34