Li Kerkûkê 20 dibistan hatin nûjen kirin
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di heyama mehekî de 20 dibistanên bajarê Kerkûkê nûjen kirin.

Îro 14.09.2022yê di merasîmeke taybet de Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî dawî bi nûjen kirina 20 dibistanên ku li sînorê Kerkûkê ne anî.
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di projeyekî seranserî ya li Herêma Kurdistanê dabû destpê kirin de, nûjen kirina 200 dibistanên ku li ser hemû parêzgehên Kurdistanê dabeş kir, ku bi vî awayî bû:
Kerkûk 20 dibistan
Hewlêr 50 dibistan
Silêmanî 50 dibistan
Duhok 50 dibistan
Helebce 20 dibistan
Mûsil 10 dibista
Nûvekirina herî dawî: 15:29:27