Li Kerkûkê teqîn: 2 zarokan canê xwe ji dest dan

Duh êvarê li taxa Bedir a Kerkûkê mînek teqîya û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.

18 Cotmeh 2022 - 03:22
18 Cotmeh 2022 - 03:22
 0
Li Kerkûkê teqîn: 2 zarokan canê xwe ji dest dan

Duh demjimêr derdora 19:00an de li taxa Bedir a Kerkûkê teqînek rû da.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Kerkûkê Elî Ferecî got “Mîneke paşmayên artêşa Iraqê ya berê, dema ku hinek zarok li taxa bedir destkariyê kirine bi wan ve teqiyaye.”

Fermanderê operasyonên hevbeş ê Kerkûkê ragihand da zanîn ku di encama teqînê de “2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.”

Taxa Bedir taxeke Tirkmenên Şîe ye ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an li nêzîkî firokexaneya Kerkûkê hatiye avakirin.

Fermandarê Îraqî da zanîn ku piştî teqînê li herêmê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 447 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:55:07