Li Kocaeliyê dronek ket: Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxuyanî da
Li navçeya Îzmîtê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, dronek li herêmeke daristanî ket.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku ew dron ji cureyê Orlan-10 e û berhema Rûsyayê ye.
Li gorî zanyariyan, welatiyên gundê Çubuklubalayê yê navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê, dronek li erdê dîtiye û agahî daye rayedaran.
Li ser agahdarkirinê, cendirme çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.
Derbarê drona ku ketiye îdiayên balkêş hene.
Tê gotin ku ew dron cureyê "Orlan-10" e ku ji bo keşfê tê bikaranîn û ji aliyê Rûsyayê ve tê hilberandin.
Li gorî îdiayan, li ser dûvikê dronê sembola "stêrka sor" heye ku ev sembol di balafirên leşkerî yên Rûsyayê de tê bikaranîn.
Li gorî zanyariyan menzîla operasyonê ya Orlan-10an derdora 600 kîlometre ne.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
"Îro di nava sînorên taxa Çubuklubala ya navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê de, li gorî tespîtên destpêkê dronek hatiye dîtin.
Tê nirxandin ku ya Rûsyayê ye û cureyê Orlan-10 e ku ji bo armancên keşf û çavdêriyê tê bikaranîn.
Lêkolîna derbarê mijarê didome."
Ev bûyer di demekê de ye ku 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an li asmanê Enqereyê jî droneke nenas hatibû xistin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku dron li cihekî guncav hatiye xistin û derbarê vê mijarê hişyarî dabû Rûsya û Ukraynayê.
Nûvekirina herî dawî: 12:20:47






































































































































































