Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 6 mirî û 5 birîndar hene

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek wergeriya û di encam de li gor zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

2 Çile 2023 - 03:34
2 Çile 2023 - 03:34
 0
Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 6 mirî û 5 birîndar hene

Li gor agahiyan îro Duşemê 2ê Çileya 2023an li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya navçeyên Midyadê û Mahsertê minibûsek wergeriyaye.

Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û cenderme çûne cihê bûyerê û 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan 3 kesên birîndar bo nexweşxaneya Midyadê û 2 kes jî bo nexweşxaneya Mêrdînê hatine şandin.

Ev nûçe bi tevahî 533 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:55:15