Li Mêrdînê pevçûn: 10 birîndar

Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbat bi hev çûn û 10 kes birîndar bûn.

1 Tîrmeh 2024 - 07:18
1 Tîrmeh 2024 - 07:18
 0
Li Mêrdînê pevçûn: 10 birîndar

Li gundê Roverê yê Kerboranê, di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêka erdan şer derket û her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kirin.

Di pevçûnê de Abdurrahîm B. (31), Mehmet Şerîf A. (54), Rahîme A. (35), Îbrahim B. (75), Dîlber A. (50), Selman A. (41), Omer A, Ahmet B. Rabîa B. û Ramazan B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên dewletê yên Kerboran û Midyadê.

 

Ev nûçe bi tevahî 982 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:07:40