Li Mêrdînê qira malbatekê hat: Termên dê û bav û zaroka wan hatin dîtin

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, dê û bav û zaroka wan a 5 salî li mala xwe mirî hatin dîtin.

25 Mijdar 2025 - 15:54
25 Mijdar 2025 - 15:54
 0
Li Mêrdînê qira malbatekê hat: Termên dê û bav û zaroka wan hatin dîtin

Hat diyarkirin ku her sê kes jî bi çekê hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, cîranên malbata ku li Taxa Turgut Ozalê dijiya, piştî ku pêjin ji wan nehat, şeva borî bi muxtarê taxê re deriyê malê vekir û ketin hundir.

Muxtar û cîranan dît ku Mehmet K.yê 37 salî, hevjîna wî Berna K.ya 33 salî û keça wan a 5 salî Samyelî K. ji serê xwe gule xwarine û li erdê ne.

Wan yekser rewş ji rayedaran re ragihand.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku dê, bav û zarokê canê xwe ji dest daye.

Termên wan ji bo otopsiyê rakirin meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

                                                                                                                                     

Ev nûçe bi tevahî 48 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:00