Li Mereşê ambulans wergeriya: 5 birîndar
Li navçeya Elbîstanê ya Mereşaa Bakurê Kurdistanê, ambulansa nexweş tê de bû wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Ambulansa bi şofêrtiya S.P. ku nexweş vediguhest li nêzîk gundê Demirci yê Elbîstanê ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de şofêr û karmendên tendirustiyê K.G.E û D.B. û nexweşê bi navê E.D. û mirovê nexweş H.B. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendirustiyê her 5 birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Nûvekirina herî dawî: 23:54:15