Li Mereşê bi hêza 4.1 erdhejekê rûda

Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 4.1 rûda.

17 Adar 2023 - 02:47
17 Adar 2023 - 02:47
 0
Li Mereşê bi hêza 4.1 erdhejekê rûda

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 04:41 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 49 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 649 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:49:22