Li Mersînê 3 karmendên şaredariyê bi hinceta PKKê hatin girtin
Li parêzgeha Mersînê ya Tirkiyê 3 karmendên şaredariya bajêr bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kirine bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li parêzgeha Mersînê 15ê Îlona 2022an derbarê 10 karmendên Şaredariya Bajarê Mezin de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kirine biryara desteserkirinê hatibû dayîn û di oprasyonekê de 9 kes hatibûn desteserkirin.
Herwiha piştî sê rojan dadgehê biryar dabû ku bên berdan lê li ser nerazîbûna Serdozgeriya Komarê ya Mersinê derbarê 3 karmendên şaredariyê de ku berê hatibûn berdan careke din biryara girtinê hat dayîn.
Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salên dirêj in welatî bi hinceta PKKê tên desteserkirin û cezakirin. Beî niha bi demekê Rêveberên Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) rêveber û karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê xistibûn rojevê ku qaşo "endam û alîgirên PKK"ê ne.
Nûvekirina herî dawî: 17:27:47