Li Minbicê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Li bajarê Minbicê yê Sûriyê teqînek bihêz qewimî, tê gotin ku kuştî û birîndar hene û di nav kuştiyan de Amerîkî jî hene.

16 Çile 2019 - 13:52
16 Çile 2019 - 13:52
 0
Li Minbicê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Qasekî beriya niha li nav bajarê Minbicê, ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk û YPGê de ye, teqînek bihêz qewimî.

Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 9 sivîl hatine kuştin, şervanekî HSDê û 2 serbazên Amerîkî jî hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku ew teqîn, êrişeke xwekujî bûye ku li nav karwana hêzên hevpeyman û HSDê ya li ber deriyê xwaringeha Umra ya Minbicê qewimiye.

Heta niha hejmara kuştî û birîndaran bi awayekî zelal nehatiye zanîn, ji ber wê jî îhtimal heye hejmara kuştî û birîndaran were guhertin.

Li gor Agence France-Presse (AFP)ê berpirsyariya teqînê rêxistina terorîst a DAIŞê girtiye serxwe.

Ev nûçe bi tevahî 1017 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:00