HSD bajarokê Sûsê kontrol kir
HSDê bajarokê Sûse yê gundewarên Dêrazorê kontrol kir.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, Hêzên Sûriya Demokrat HSDê bajarokê Sûse bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistine û dest danîne ser wî bajarokî.
Rewangehê ew yek jî diyar kir, HSDê çekdarên DAIŞê yên li gundewarên Dêrazorê bi tevahî li bajarokê Baxoza Jorîn û çend gundekî wê, ku rûbera wê kêmtir ji 15 kîlometrê çargoşe ne, dorpêç kiriye.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan diyar jî kir, mîn ên DAÎŞê rê li ber pêşketina bilez a HSDê digre û Hêzên Hevpeyaman jî, dem a ku her şerek çêdibe pêgehên DAÎŞê dikin armanc.
Nûvekirina herî dawî: 22:01:44