Li Ormiyê di navbera PJAK û Îranê de şer derket

Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 serbazên Îranê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

28 Gulan 2017 - 04:10
28 Gulan 2017 - 04:10
 0
Li Ormiyê di navbera PJAK û Îranê de şer derket

Duh danê êvarê li deverên sînorî yên parêzgeha Ormiyê, şer û pevçûn di navbera komek çekdar û hêzên parastina sînor yên Îranê de qewimî.

Li gorî medyaya Îranê, di wî şerî de 2 serbaz hatin kuştin û 7 serbaz jî birîndar bûn.

Medyaya Îranê dibêje ew çekdarên ku êrişî hêzên îranî kirine, çekdarên PJAKê (baskê PKKê li Rojhilat) bûne lê heta niha PJAKê li ser vê yekê tiştek negotiye.

Ev nûçe bi tevahî 2532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:38:02