Li Qamişloyê êrişî lîwaya Kurdan hat kirin

Li gundê Tewîl Herbê yê Qamişloyê êrişî xaleke leşkerî ya Lîwaya 60î ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hat kirin.

12 Tebax 2026 - 10:54
12 Tebax 2026 - 10:54
 0
Li Qamişloyê êrişî lîwaya Kurdan hat kirin

Ajansa Rûdawê  ragihand ku kesekî bi motorsîkletê bombeyek avêtiye xaleke leşkerî.

Ew lîwa bi taybetî ji Kurdan pêk tê.

Birêvebira Herêma Qamişloyê Cîhan Hesamê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Cîhan Hesamê diyar kir ku di vê êrişê de 2 leşkeran canê xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Hesamê di daxuyaniya xwe de got:

"Bi xemgînîyek mezin, me nûçeya şehîdbûna 2 leşkeran û birîndarbûna 2 leşkerên din ji ber êrişa terorîstî ya ku li ser xaleke artêşa Sûriyeyê ya li gundewarên Qamişloyê pêk hat, wergirt.

Em sersaxiyê ji malbat û xizmên qurbanîyan re pêşkêş dikin û ji birîndaran re saxbûna bi lez û baş dixwazin."

Cîhan Hesamê destnîşan kir ku ewlehiya gel û herêmê berpirsyariyeke hevpar e û li pey çû:

"Aliyên pêwendîdar dê bixebitin da ku rastiya bûyerê û hûrgiliyên wê eşkere bikin û berpirsên wê li gorî qanûnê hesab bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 66 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:43