Li sînorê Soran û Herîrê 4 dron ketin xwarê
Li deverên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê û Herîrê çar dron ketin xwarê. Di encama bûyeran de ziyanên madî çêbûn.
Îro, 12ê Tebaxê, li çend herêmên cuda yên sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê, qezaya Xelîfanê û nehiya Herîrê, çar dron ketin xwarê.
Li gorî agahiyan, yek ji dronan li navenda bajarê Soranê, li ser maleke sivîl, ketiye. Di encama vê bûyerê de ziyaneke mezin a madî gihîştiye malê, lê bi xweşbextî kesek birîndar nebûye.
Herwiha, du dron li nêzîkî gundekî ser bi qezaya Xelîfanê ve ketine xwarê.
Drona çarem jî li ser Çiyayê Benî Herîrê ketiye. Ji ber ketina dronê, agir bi dar û giyayên li ser çiyayê ket
Nûvekirina herî dawî: 15:22:45