Li Rihayê otomobîl wergeriya: 3 Kes birîndar bûn

Li navçeya Gire Sor a Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

25 Çile 2023 - 08:32
25 Çile 2023 - 08:32
 0
Li Rihayê otomobîl wergeriya: 3 Kes birîndar bûn

Otomobîla bi plaqeya 02 RA 664 ku Cebraîl O. yê 20 salî diajot li 20emîn kîlometreya rêbeja Girê Sor û Semsûrê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û Musa N. yê 20 salî û Tamer G. yê 20 salî yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 476 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:29:42