Li Rihayê qeza: 2 mirî û 6 birîndar

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.

16 Avrêl 2024 - 16:58
16 Avrêl 2024 - 16:58
 0
Li Rihayê qeza: 2 mirî û 6 birîndar

Otomobîla ku Haçim Karaca (24) diajot û wesayîta ticarî ya ku Abdullah Aslantaş (25) diajot li kîlometreya 10em a rêbejaya Siwêreg-Amedê li hev qelibîn.

Di qezayê de tevî ajokaran Baran Karaca (19), Medeni Aslantaş (23), Emrah Aslantaş (31), Umran Aslantaş (25), Bilal Ozdemir (34) û Recep Yiltaş (25) yên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Lê tevî midaxeleyên bijîşkî Haçim û Baran Karaca nehatin xilaskirin.

Herwiha hat zanîn ku birînên Medenî, Emrah û Umran Aslantaş, Bilal Ozdemîr û Recep Yiltaş dijwar in û metirsî li ser jiyana wan heye.

Tîmên tenduristiyê her pênc birîndar piştî midaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê, veguhastin nexweşxaneyeke din a li navenda Rihayê.

Ev nûçe bi tevahî 1099 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:01:06