Li rojavayê Minbicê şer didome

Li rojavayê Minbicê şer di navbera artêşa tirk, Artêşa Sûriyê a Azad (ASA) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de didome.

5 Adar 2017 - 04:18
5 Adar 2017 - 04:18
 0
Li rojavayê Minbicê şer didome

Piştî ku Artêşa tirk û Artêşa Azad bi hev re êrîş birin ser Minbicê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da van êrîşan û şer di navbera wan de rû da. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk û ASAyê êrîşî gundên Tiwêrîn, Olaşlî û El Xalidiyê yên 20 kîlometre dikevin rojavayê bajarê Minbicê kirin. Di van êrîşan de leşkerên tirk û çekdarên ASAyê çekên giran bikar anî.

Di encama bersivdayina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şer derket. Li gorî zanyariyên medyaya Rojava belav dike, şer berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 1391 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:18