Li rojavayê Siwêdayê 2 sivîl hatin kuştin

Li rojavayê bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê, di pevçûnên di navbera komên çekdar ên herêmî û hêzên hikûmetê de 2 sivîl hatin kuştin.

31 Tebax 2026 - 10:44
31 Tebax 2026 - 10:44
 0
Li rojavayê Siwêdayê 2 sivîl hatin kuştin

Du çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî, ev agahî ji Ajansa Fransayê (AFP) re piştrast kir.

Li gorî medyaya Sûriyeyê, pevçûnên bi çekan ên di navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar ên Durzî de ji şeva şemiyê ve berdewam dikin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya herêmî ya ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, got ku topek ji herêmên di bin kontrola hikûmetê de hatiye avêtin û li derdora bajarê Siwêdayê ketiye.

Li gorî çavkaniyê, top li traktorekê ketiye û 2 kes mirine.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:44:13