Li Semsûrê erd hejiya

Li navçeya Cêlikanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.

18 Îlon 2024 - 07:09
18 Îlon 2024 - 07:09
 0
Li Semsûrê erd hejiya

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro berê sibehê jî li Semsûrê erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Cêlikanê saet 03:22yan çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4 pile bûye.

AFADê her wiha destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 686 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:16