Li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê bi hinceta PYDê kesek hat desteserkirin
Li parêzgeha Rihayê û li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, îro kesek bi hinceta “endamtiya PYDê” hat desteserkiri

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, îro 6ê Temûzê dema “endamekî PYDê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê Sirûc-Kobaniyê hat desteserkirin.
Li gor nûçeyê, operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Kesê hatiye desteserkirin, bo Fermandariya Cendirmeyan a Sirûcê hatiye veguhastin.
Derbarê nasnameya wî kesî de hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:04